17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2015
Li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) çalakiya karmendên ku 3 mehaniyên xwe hilnedane îro dîsa hat kirin.
Karmend ji bo dengê xwe bidin bihîstin li ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr kom dibin û dixwazin mehaniyên wan bên dayîn.
Di çalakiya ku hefteya borî hat kirin de bûyer derketin lê di vê de pankart hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin û tu pirsgirêk jî derneket.
Hikûmeta HKIyê ji bo dawî li çalakiyan bê diyar kir ku mehaniyeke karmendan razandine ser hesabên wan lê karmend jî dixwazin 3 mehaniyên wan ên ku di hundir de ne bên dayîn û heta ev yek pêk neyê çalakî wê bidomin.
Çalakî ji hêla nêzî 500 karmendî ve hat kirin, daxuyanî hat dayîn û paşê jî herkes belav bû.