Rojnameya The Gûardîanê ya Îngilîz lîsteya fitbolîstên salê diyar kir.
Di rêza ewil a lîsteyê de fitbolîstê Real Madrîdê Crîstîano Ronaldoyê ji Portekîzê, di rêza duyemîn de jî fitbolîstê Barcelonayê Lîonel Messiyê ku ji Arjantînê ye cih girtin.
Arda Tûranê ku welatiyê Tirkiyeyê ye û fitbolîstê tîma Atletîco Madrîd a Spanyayê ye jî di rêza 38emîn bi cih bû.
Rahênerê Bêşîktaşê Slaven Bîlîc jî di nav juriya ku lîsteyê amade kir de bû.
Di lîsteyê de Crîstîano Ronaldoyê fitbolîstê Real Madrîdê bû yekemîn, Lîonel Messiyê fitbolîstê Barcelonayê bû duyemîn û qeleparêzê Tîma Neteweyî ya Almanyayê Manûel Neûrer jî bû sêyemîn û lîste bi navê Arjen Robben (Bayern Munîh), Thomas Muller (Bayern Munîh), Lûîs Sûarez (Barcelona), Neymar (Barcelona), Gareth Bale (Real Madrîd) û Phîlîpp Lahm (Bayern Mûnîhê) ve didome.
Ji Manchester Cîtyê Agûero di rêza 10an, ji Chelseayê Dîego Costa rêza 12an, ji Parîs St Germaînê Zlatan Îbrahîmovîc rêza 13yan, ji Bayern Munîhê Frank Rîbery rêza 26an, ji Atletîco Madrîdê Arda Tûran rêza 38an, ji Manchester Ûnîtedê Wayne Rooney rêza 43yan, Robin van Persîe 45an û Radamel Falcao rêza 63yan, ji Arsenalê Mesût Ozîl rêza 54an, ji Jûventûsê Carlos Tevez rêza 41an, ji Barcelonayê Xavî jî rêza 50yan de cih girtin.