MADRÎD
Real Madrîdê di nîvê fînala Kûpaya Qralê ya Spanyayê de di pêşbirka ewil de Atletîco Madrîdê 3-0 têk bir.
Di nîva ewil deqîqeya 23yan de Pepe gol avêt û Real Madrîd 1-0 bi ser ket.
Real Madrîdê di nîvê duyem de di deqîqeya 57an de bi gola Jese û di deqîqaya 73yan de jî bi gola Marîayî skora pêşbirkê kir 3-0.
Rovanşa pêşbirkê di 11ê sibatê de li stada Vîcente Calderonê dê bê leyîstin.