MADRÎD
Qeleparêzê Real Madrîdê yê duyemîn Îker Casîllas 592 deqîqeyên ku di qeleyê de ma gol nexwar û ji rekora xwe ya berê derbas bû. Casîllas berê 518 deqîqeyan gol nexwaribû. Casîllas di pêşbirkên Real Madrîdê yên ku di Lîga şampiyonan a UEFAyê û Kûpaya Qraliyê de qeleya tîma xwe parast.
Di pêşbirka fînala çaryek a Kûpaya Qraliyê de Real Madrîd û Espanyol hatin hemberî hev. Qasîllas di vê pêşbirkê de qeleya tîma xwe parast û heta wê demê 518 deqîqeyan gol nexwaribû. Real Madrîdê Espanyol 1 û 0 têk bir û bi saya vê skorê deqîqeyên ku Casîllas gol nexwar derket 592an.
Casîllas gola herî dawîn di 27ê çiriya paşîn a pêşbirka Galatasaray û Real Madrîdê ya di Lîga Şampiyonan de ji Ûmût Bûlût xwaribû.