Lûîs Naniyê lîstikvanê tîma fitbolê yê portekîzî ya ku Kuluba Fenerbahçeyê ji Kuluba Manchester Ûnîtedê transfer kir ji kontrola tendûristiyê derbas bû.
Lîstikvanê portekîzî danê sibê hat Lîv Hospîtala li Ûlûsê. Li vir hin test hatin kirin û dema testa eforê hat kirin Nanî destûr da rojnamegeran da ku wêne û dîmenên wî bikşînin.
Li nexweşxaneyê testa eforê, testên wek EKO û EKGyê hatin kirin. Ji bilî van testan MRa pişt û çokên Nanî hat kişandin û hemû testên xwînê hatin kirin.