SOÇÎ
Lîstikên Olîmpiyatên Zivistanê yên 22yemîn dê li Stada Olîmpiyata Fîshtê di saet 18.14an de bi merasimekê bi dawî bin.
Pêşandanên şahiyê dê di saet 19.00an de dest pê bikin. Merasima fermî dê di saet 20.14an de ku sembola sala 2014an e bê lidarxistin.
Werzişvanên 88 welatên ku di lîstikan de leyîstin dê bi ala xwe derkevin qadê.