Ji Zanîngeha Northeasternê Kîm Lewîs û ekîba wî bi hempîşeyên xwe yên alman û îngîlîz li ser mişkan lêkolînek kir û derxist holê ku antîbiyotîka bi navê "teixobactin" bêyî ku berxwedan çêbe, enfeksiyonên mezin ji holê radike.
Hat diyarkirin ku antîbiyotika ku di mînaka axekê de hat dîtin, dîwarên hucerayn xira dike û bakteriyan dikuje.
Antîbiyotîk hêj li ser mirovan nehat ceribandin û hat destnîşankirin ku dê antîbiyotîk di dahatûyê de bikare gelek enfeksiyon û weremê derman bike.
Encamê lêkolînê di kovara "Nature" de hat weşandin.
Berxwedana antîbiyotîkan digel antîbiyotikê dibe sedem ku bakterî derkevin holê û bibe sedemê nexweşiyan. Rêxistina Tendurîstiyê ya Cîhanê par hişyarî dabû ku berxwedana vûcuda mirov a li hember antîbiyotîkan "xetereyeke mezin a cîhanî" ye.
Li cîhanê her sal 700 hezar kes ji ber berxwdana antîbiyotîkan, dimirin. Tê diyarkirin dibe ku ev jimar zêde bibe.