11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Balyoz û Serokên Konseya Kar a Lijneya Têkiliyên Aboriyê yên Derva (DEÎK) li otêlekê hat kirin da axivî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku DEÎK feydeyeke mezin dide aboriya Tirkiyeyê û armancên 2023yan û got ku hêvî dikin xebatên di banê DEÎKê da tên kirin serkeftî bibin.
- "Ev bang û hişyariyeke dostane ye"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û wiha xeberda: "Tevgereke ku dema li Sûriyeyê 370 hezar însan dihatin qetilkirin bêdeng dima, nikare di wijdana mirovahiyê da pak bibe. Saziyên navneteweyî yên ku beriya her tiştî girîngiyê nadin jiyana însanan, dibe ku statuya wan a hiqûqî hebe, lê di nav sînorên meşrûiyetê da asê dimînin. Xwîna hemû însanên ku li Sûriyeyê hatine kuştin, li destê hemû dewletên bêdeng mane geriyaye."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Kesên ku bi hinceta terorê li ser Sûriyeyê planan dikin û dibêjin serkeftinên me hene, wê di demeke nêz da fehm bikin ku di rêyeke şaş da ne. Em bi vê qeyranê ra ku hin rayedarên dewletan li ser kaxizan analîzan dikin, her roj rû bi rû dibin û her roj vî derdî dikşînin. Gotinên me yên di vî warî da bira wek mijarên diplomatîk û hemleyên siyasî neyên dîtin. Em qala rastiyê dikin û bang dikin. Kesên ku agirê li Sûriyeyê hel dikin wê xwe di nav vî agirî da bibînin. Ev bang û hişyariyeke dostane ye."