11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 11 Mijdar 2015
SANTIAGO
Li Şîliya ji welatên Amerîkaya Başûr erd bi lerza 6,9an hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê eşkere kir ku navenda erdhejê 88 kîlometre bakurê rojavayê bajaroka Coquîmboyê ye û 10 kîlometre di binê erdê da çêbûye.
Hat ragihandin ku di erdhejê da tiştek bi tu kesî nehat û hişyarî hat dayîn dibe ku tsunamî rabe.
Li Şîliya ku li ser Xeta Erdhejê ya Pasîfîkê ye di sala 1877an da erd bi lerza 8,3yan hejiyabû û piştî erdhejê bilindahiya pêlên behrê xwe gihandibû 24 metreyan, xêncî Şîlî û Peruyê Japonyaya ku li wî aliyê okyanusê ye jî di tesîra tsunamiyê da mabû.
Heta nika erhjeha herî mezin bi lerza 9,5an va di sala 1960î da bibû û ji 5 hezarî zêdetir meriv miribûn.
Di sala 2010an da jî erd bi lerza 8,8an hejiyabû û tsunamî rabibû piştî tsunamiyê ji 700î zêdetir kes miribûn, 220 hezar xanî xirab bibûn.