Fatih Gazioğlu
19 Gulan 2025•Rojanekirin: 20 Gulan 2025
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak di çarçoveya 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê da tevî ciwan û werzişvanên neteweyî yên ji 81 parêzgehan û heyeta bi xwe ra çû ziyareta Anitkabîrê.

Heyeta bi serokatiya Wezîr Bak, ji Rêya Şêrî ra meşiya û hat ber mozoleya Ataturk. Di pey ra Wezîr Bak çeleng danî ser mozoleyê. Piştî rawestîna rêznîşandanê jî Marşa Îstiqlalê hat xwendin.

Wezîr Bak dû ra derbasî Kûleya Mîsaqa Milî bû û Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak di defterê da wiha nivîsî:
"Meşaleya we 106 sal berê li Samsunê vêxist, îro li ser vê axê wekî yekîtî, aramî û hêviyê dişixule. Komara Tirkiyeyê ya ku biratî û yekîtiya xwe xurt û qewîntir kiriye, bi vê ruhî va ber bi siberojê dimeşe. Îro ciwanên me yên bi dilsozî bi raboriya xwe va girêdayî ne û di înşakirina siberojê da roleke sereke û girîng dilîzin, xwedan wê cehd û xebatê ne ku welatê xwe di zanist, huner, werziş û teknolojiyê da derxin asta herî pêşketî. Bi minasebeta 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê, em cenabê we, hevalên me yên çekê û şehîdên me yên ezîz bi rehmet, minet û hurmet bi bîr tînin. Ruhê we şad be."

- Li Stenbolê 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Sporê tê pîrozkirin
Li Stenbolê bi minasebeta 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Sporê li ber Bîrdariya Komarê ya Taksîmê merasim hat lidarxistin.
Alîkarê Walî Unal Kiliçarslan, Vekîlê Serokê Şaredariya Mezin ya Stenbolê (ÎBB) Nuri Aslan û Midûrê Ciwanî û Sporê yê bajêr Muhittin Ozbay tevî nûnerên partiyên siyasî û welatîyan beşdarî merasimê bûn.
Ozbay çelenk danî ber Bîrdariya Komarê ya Taksîmê, rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.