15 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala li ser têkoşîna dijî terorê ya li Başûrê Rojhilat agahî da.
Ala diyar kir ku heta niha li Sîlwan, Varto, Dêrik, Dargeçît, Sûr, Cizîr û Silopiya 2 hezar û 40 çal hatin tijekirin, barîkat hatin rakirin, 2 hezar û 313 bombe hatin îmhakirin, 830 heb bîksî, kanas û keleş hatin bidestxistin
Ala destnîşan kir ku 47 heb roketavêj, 645 heb fîşengên roketavêjan, hezar heb teqemeniyên destan, 431 bombeyên destan, 98 hezar û 650 heb muhîmmat hatin bidestxistin û wiha dewam kir:
"Vê gavê li navçeyekê qedexeya derketina derva qismen heye, li du navçeyan bi temamî heye, li Cizîrê di roja 63yemîn da ye. Li Silopiya qedexe di navbera 18.00 û 05.00î da dewam dike. Li Sûrê dewam dike, heta sedî 95an hatiye, li wê derê jî di demeke nêz da em ê encameke erênî hildin û wê biqede. Operasyon biqede jî ji ber ku çal tên dagirtin û bombe tên îmhakirin nava rojê jî qedexeya derketina derva dewam dike. Lewra dibe ku bombeyên veşartî zirarê bidin canê welatiyên me an jî hêzên me yên ewlehiyê. Di safîkirina van da dem diçe."