Li Cizîra navçeya Şirnexê komekî li ser rê barîkat çêkir, molotof û teqemenî avêt polêsan. Li ser vê yekê hêzên ewlehiyê mudaxaleyî komê kir. Di bûyeran de kesek mir.
Li gor agahiyan, li taxa Yafesê endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya rêxistina terorê ya PKKyê li ser rê barîkat çêkirin.
Polesan bang kir ku kom belav bibe. Lê kom belav nebû û bi molotof, kevir û bombeya deng avêtin polêsan. Polêsan jî gule bera hewayê da, bi gaza îsotê û ava bitazyîk mudaxaleya komê kir.
Di buyeran de zarokekî bi navê Nîhat Kazanhan (12) birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê Kazanhan di nexweşxaneyê de mir.