Demirtaş, beşdarî merasima bîranînê ya ji bo kesên ku di bûyerên 2yê tîrmeha 1993yan qewimîn de mirin bû. Merasim li otêla Madimakê hat lidarxistin. Demirtaş li vir axivî û got: "Îro axavtinên duvdirêj hatin kirin, peyam hatin dayin. Ya rast peyama herî baş yekîtiya we ya li vir e."
Demirtaş spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku 21 sale tên beşdarî bîranînê dibin kir û paşê bangî elewiyan kir da ku her tim bibin yek û wiha dewam kir:
"Heke ku em bixwazin li ser vê axê zarok û nêviyên me bêyî şer û pevçûn, di nav aramiyê de bijîn divê em bibin yek. Heke ku em bixwazin zarokên me bi kîn, nifret, hesta tol hildanê li hev du nenêrin û êş û jana ku me kişand ew nekişînin divê em bibin yek. Ji bo ku cardin bûyerên li Mereş, Çorim, Gazî, Sêwazê qewimîn neqewimin divê em destê xwe bidin hev du. Karker, xizan, jin û ciwan xwediyê vê welatê ne. Em ê bi hev du re welat rizgar bikin. Roja ku welat rizgar bû dê hesabê Sêwazê jî ew roj bê pirsîn. Kesên ku îro desthilatdarin nikarin hesabê van bûyeran bipirsin. Em mecbûrin da ku hesabê van bûyeran bidin û bipirsin."