BITLÎS
Menduh Marangozê ku li gundê Soganliya girêdayî navçeya Xelata Bitlîsê ye dijî, 22 sal e li gundê Soganliyê muxtarî dike.
Marangoz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sala 1992yan vir ve muxtariya gundê ku ji 30 avahî û 136 kesan pêk tê dike. Marangoz got ku di hilbijartinên 30yê adarê de ku tên kirin de jî dê bibe namzed.
Marangozê 58 salî da zanîn ku ev çar serdem in gundî wî hildibijêrin û wiha dewam kir: "Ku emrê min têr bike dê çend serdemên din jî muxtariyê bikim. Heta ji destê min tê xizmeta gundê xwe dikim."