Önder Beyter
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
ADIYAMAN
Li Adiyemanê Abuzer Ozelê 65 salî ku di piçûktiya xwe da dest bi karê marangoztiyê kiriye, di kargeha xwe ya ku lê teşeyê dide dar da ev nîv qirn e alav û hacetên ji hev bedewtir û kêrhatîtir çêdike.
Ozel di 12 saliya xwe da li ser daxwaza bavê xwe, li cem hosteyekî wekî çirax dest bi pîşeyê kir. Ozelê ku şiyana xwe pêş xist û di demeke kurt da bû qalfa (destbikarê di navbera çirax û hoste da) paşê biryar da ku ji xwe ra kargehekê veke.
Hoste Abuzer ku nîv qirn berê li Bazara Oturakçi ya Dîrokî ji xwe ra kargehek vekir û pîşeyê xwe li vê derê didomîne, her roj serê sibê tê û deriyê kargeha xwe vedike û teşe dide dar.

Hoste Abuzer li kargeha xwe ya ku tevî depoyê 100 mêtrekare ye, ligel zarokên xwe Nevzat (41), Erkan (34), Orhan (47) û Nûrî Ozel (42) bi keda destê xwe û xwêdana eniya xwe dixebitin û ji dar alav û hacetên wekî texteyê nan, bêr, gopal, dergûş, kirdanek û amûrên çandiniyê çêdikin.
Marangoz Abuzer Ozel di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî di zaroktiya xwe da dest bi vî karî kir û ev nîv qirn e jî li heman kargehê didomîne û lewma ew pir şad û serbilind e.
Ozel destnîşan kir ku wî zarokên xwe gava ku hê piçûk bûn fêrî marangoztiyê kir û ew hildan cem xwe. Ozel got ku ev 25 sal e jî ew ligel çar zarokên xwe dişixule.
Ozel got ku ew ji vî karî hez dike û wiha dewam kir, "Di 12 saliya xwe da wekî çirax min dest bi vî karî kir. Ev 50 sal e jî li heman kargehê ez wekî hoste pîşeyê xwe didomînim. Berê însan dibûn talibê vî karî, lêbelê niha çirax nayên bîterkirin. Eleqeya seba pîşeyê roj bi roj kêm dibe."
Ozel got ku ev li vê kargehê alav û hacetên wekî texteyê nan, bêr, gopal, dergûş, kirdanek û amûrên çandiniyê çêdikin û ew darên ter, ziha dikin û wisa teşeyê didin berhemên xwe.
Ozel got ku ew ji hosteyên ewil ên Bazara Oturakçi ya Dîrokî ye û wiha dewam kir, "Ez şad û kêfxweş im ku bi zarokên xwe ra dixebitim. Hesteke xweş e. Ez bi zarokên xwe serbilind im. 5 malbat em debara xwe bi dar dikin."
Nevzat Ozel got ku ew pir bextewar e ku bi bavê xwe ra dixebite û wiha dewam kir, "Hîs û hesteke xweş ku mirov 25 salan bi bavê xwe ra bixebite. Ev nabe nesîbê herkesî."