Li Sûriyeyê ji herêma ku pevçûn lê didomin 2 guleyên hewanê li taxa Murşîdpinara Sirûcê ketin.
Li Kobanêyê pevçûnên di nabeyna DÎŞI û hin hêzên kurdan de didomin. Ji herêma şer guleyeke hewanê ket texma hêzên ewlehiyê û mensûbên çapemeniyê. Piştî 5 deqîqeyan guleya hewanê ya duyem jî ket.
Hat ragihandin ji ber guleyan tu kes birîndar nebû.
Ji hêla din ve ji Kobanêyê dengê teqînan tê û ji bajêr dû radibe.