Nihat Kavşut
09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
ERZURUM
Li Tortuma navçeya Erziromê Sevîm Adal 40 sal e zirkeça xwe ya astengdar xwedî dike.
Sevîm Adala 77 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Jina ewil a mêrê min di dema welidandinê da dimire. Ji vê jinê keçek çêdibe û navê wê datînin Kader. Wexta min xwest bi bavê Kaderê ra bizewicim malbata min qebûl nekir. Gotin 'keça wî ya astengdar heye.' Di yek saliya xwe da him ji mêjî va û him jî ji aliyê bedenê va astengdar bû. Min got ev qedera min e. Heta ji destê min tê li Kaderê dinihêrim."
Adalê diyar kir ku bi her awayî li Kaderê dinihêre û wiha got: "Kader jî keça min e. Em heta îro hatin. Heta dawiya emrê xwe ez ê lê mêze bikim."
Adalê diyar kir ku Kader 41 salî ye û wekî zarokeke biçûk divê were xwedîkirin û wiha got: "Tenê astengiyeke min heye ku ez jî pîr im. Ez nikarim Kaderê tenê bihêlim û herim derekê."
Necatî Adalê (68) bavê Kaderê jî destnîşan kir ku xanima wî wekî keça xwe Kaderê xwedî dike.