VAN
Bi biryara 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê, Parlementerê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş hat berdan. Parlementerê Serbixwe yê Wanê Aktaş piştî tehliye kirinê hat Wanê.
Komeke qelebalix li navçeya Gevaşa Wanê bî çîçek û lîlanê Parlementerê Serbixwe yê Wanê Aktaş pêşwazî kir.
Aktaş, tevî konvoya digel xwe hat navenda bajêr û beşdarî mitinga li Parka Mûsa Anter hat lidarxistin bû. Aktaş, li vir kurmancî axivî û hestên xwe yên derbarê tehliye kirinê de anî ziman. Piştî axavtinê tevî Parlementerê BDPê yê Wanê Nazmî Gur, Ozdal Uçer, Şaredar Bakîr Kaya û rêvebiran ve hat avahiya partiyê. Aktaş, li hêwana civînê pirsên nûçegihanan bersivand.
Aktaş, li ser pirsa nûçegihanek a derbarê serdana tehliye kirinê ya piştî berdana Balbay de wiha got: "Daraza Tirkiyeyê hatiye polîtîze kirin. Daraz alîgiriyê dike. Ji bilî komeke biçuk baweriya kamuoyê bi dadê tuneye. Piştî tehliye kirina Balbay nêzikî mehek belasebeb em girtin. Ev bê hiqûqiye, meşrû nîne."
Aktaş, pirsa rojnamevanek a derbarê "encamên pêvajoyê erênî nin" de jî wiha got: "Hêvî û armancên me jî wiha nin. Em tim hêvîdar in. Hêvî dikim ku ev rewşa aloz û qeyranê ji holê rabe û deriye xêrê vebibe. Ev ji bo Tirkiye rastiyên xwe baştir bibîne, gavên demokratîk û mayinde biavêje, vesazkirinên qanûnî bike û ji bo mayindebûna pêvajoya çareseriyê firsendek e. 27 sal e ku di girtîgehê de me elbet ev nayê jibîra kirin. Lê ez tim hêvîdar im."
Piştî axavtina Aktaş, civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin.