ANKARA
Di çarçoveya hilbijartina giştî ya parlementeriyê de wê ji bo hilbijartinê alav û amûran bidin serokên lijneyên sandoqan. Torbeyê ku ji alav û amûran pêk tên wê ji sibê pê ve dest amadekirina wan were kirin.
Pêvajoya hilbijartinê li gor teqwîma ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) ji bo hilbijartina parlementeriyê ya 7ê hezîranê amade kir, dimeşe.
Li gor vê, sibê kar û barê zêdekirina lîsteyên hilbijartinê ya sandoqê temam dibe.
Sibê dest bi amadekirina alav û amûrên hilbijartinê tê kirin. Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan wê van alav û amûran ji serokên lijneyên sandoqan ra bişînin.
Partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinê dibin ji bo ku di radyo û têlevîzyonan de propagandayê bikin, divê serlêdanê bikin da ku rêza propagandaya wan were kifşkirin. Ji bo vê jî divê nûnerên partiyan û nûnerên TRTê heta sibê agahiyê bidin LHBê ku ji bo peşkavêtine werin kifşkirin.
Her wiha LHB wê di 23yê gulanê de ji bo kifşkirina dem û weşana axaftina propagandaya partiyên siyasî wê peşk biavêje.