16 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
SAKARYA
Li Sakaryayê di çarçoveya lêpirsîna li ser Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) de Şamîl Gulenê biraziyê Fetullah Gulenê serokê FETOyê sewqî dadgehê bû.
Li gor agahiyê Şamil Gulenê ku li Kocaeliyê hate girtin piştî kar û barên wî yên fermî yên li Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr (TEM) temam bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Yenîkentê ji kontrola tenduristiyê derbas bû.
Gulen anîn dadgehê û lêpirsîna wî ji hêla dozgeriyê ve dewam dike.
Buroya Lêpirsînê ya Taybet a Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê lêpirsîna Şamîl Gulen dimeşîne.
Serdozgeriyê der barê Gulen de ji ber îdiaya "Endamê FETO/PDY ye" biryara girtinê dabû û ew di 4ê gulan3e de li Kocaeliyê hatibû girtin.
Hatibû tesbîtkirin ku Gulen bernameya "ByLock"ê bi kar aniye û ew îmamê Mekteba Herbê ya Bejahiyê ye.