ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç der heqê biryarên Doza Ergenekonê de got: "Ji bo ku hin kes hatine girtin û mehkum bûne kêfa me nayê û em çepikan lênadin. Em ji wan kesan nîn in. Lê biryara dadgehê jî eşkere ye. Niha her kes mecbûre ku rêzê nîşanî vê biryarê bide."
Arinç piştî Civata Wezîran daxûyanî da û pirsên rojnamevanan bersivandin.
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç der heqê biryarên Doza Ergenekonê de got: "Ji bo ku hin kes hatine girtin û mehkûm bûne kêfa me nayê û em çepikan lev nadin. Em ji wan kesan nînin. Lê biryara dadgehê jî eşkere ye. Niha her kes mecbûr e ku rêzê nîşanî vê biryarê bide."
Arinç piştî Civata Wezîran daxuyanî da û pirsên rojnamevanan bersivandin.
- Doza Ergenekonê
Biryara Doza Ergenekonê jî ji Arınç hat pirsîn. Arinç jî destnîşan kir ku di Civata Wezîran de li ser vê mijarê neaxiftine û got ji bo vê jî, ne mumkun e ku fikr û ramaneke hikûmetê hebe.
Arinç der barê dozê de got: "Hin kesan beraet kirin, hin kesan ceza xwarin. Ji bo hin kesan jî derketina derve hat qedexekirin. Hin kes ji ber ku li derveyî welêt bûn, doza wan hat cihêkirin, darizandina wan nehat kirin. Ji bo hin kesan biryara girtinê derket. Ez dikarim bibêjim ji her kesî re derbasî be. Dozek bi dawî bû. Ev biryara dadgehê ye. Piştî vê biryarê pêvajoya Dadgeha Bilind dest pê dike."
Arinç diyar kir ku di nav bersûcan de hin kesên ku baş tên naskirin jî hene û got: "Dadgehê li gor xwe biryara herî rast da. Kê dibe bila bibe, nikare li dijî qanûnan tevbigere. Piştî vê em ê hemû bi hev re li pêvajoyên din teqîb bikin. Rexneyên bersûc û xizmên wan tiştên fewrî ne. Kerbê wan vebûye û ji ber wê wisa diaxivin. Lazim e ku her kes bi awayekî bêalî bûyerê binirxîne."
- Pêvajoya Çareseriyê
Arinç li ser pirsekê diyar kir ku besteka demokratîkbûnê ya di çarçoveya xebatên pêvajoya çareseriyê de tê amadekirin, di civînê de nehatiye rojevê û got lê bestek amade ye û piştî Cejna Remezanê dê pêşkêşî Serokwezîr Erdogan bên kirin.
- Rûdanên li Rojhilata Navîn
Arinç der heqê axaftina ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê, bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê yê nû Hasan Rûhanî re kir de jî agahî dan çapemeniyê. Arinç destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan bi Pûtîn re li ser mijara Sûriyê sekinîye û Rûhanî jî ji bo wezîfeya wî ya nû pîroz kiriye.