Di çarçoveya bûyera Cizreyê da ya ku zarokek miribû, polês H.V.yê girtî hat berdan û polesekî din hat derdestkirin.
Li gor agahiyan lêpirsîna der barê mirina Nîhat Kazanhanê 12 salî da dewam dike. Nîhat Kazanhan di 14yê rêbendanê da hatibû kuştin.
Lêpirsîn bi destê Serdozgeriya Komarê ya Cizreyê tê meşandin. Di çarçoveya lêpirsînê da H.V.yê ku li Midûriyeta Şaxa Taybet a Midûriyeta Ewlehiya Mêrdînê wezîfedar hatibû girtin hat berdan û M.N.G.yê ku polêsê hereketa taybet e li ser îfadeya H.V. li Eneqereyê hat derdestkirin.
- Mifetiş hatibûn wezîfedarkirin
Ji bo bûyerê Sermifetişê Milkiyeyê yê Wezareta Navxweyî Îbrahîm Akin û Sermifetişê Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê Ayhan Acet li Cizreyê lêkolîn kiribûn.
Mifetiş di çarçoveya lêpirsînê da bi Parlementerê Şirnexê yê HDPyê Faysal Sariyildiz, Qaymeqamê Cizreyê Mehmet Şamil Horasanli, Alîkarê Midûrê Ewlehiyê yê Navçeyê Ozan Başurgan û malbata Kazanhan ra axivîbûn.
- Bûyera mirina Umît Kurt
Wek mayîn der heqê mirina Umît Kurt (14) da ku di 6ê rêbendana 2015an da li Cizreyê hatibû kuştin, Serdozgeriya Komarê ya Cizreyê îfadeyên 2 polêsan wergirt.