27 Tebax 2015•Rojanekirin: 30 Tebax 2015
TAİZ
Di bûyerên ku li deverên cihê yên Yemenê qewimîn de 28 jê hûsî bi tevahî 40 kes mirin û 69 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di şerê li Taîza bajarê Yemenê di navbera Tevgera Ensarûllah (ji hûsiyan pêk tê) û Hêzên Berxwedana Gel( HBG) qewimî de 28 hûsî û 8 milîs mirin.
Berdevkê HBGyê Raşîd eş-Şer'abî daxuanî da û diyar kir ku di şerên li Ed-Dabab, Saabat û Er-Rabîiya herêmên Taîzê ne qewimîn de 28 hûsî û 8 milîs mirin, 41 hûsî û 23 milîs jî birîndar bûn.
Çavkaniyên tenduristiyê jî dest nîşan kirin ku hûsî û alîgirên Serokomarê berê Elî Evdilla Salihê ku ji text hat daxistin bi roket û topên hewanê ve êrîş birin ser taxên Taîzê. Di encama êrîşê de 4 sivîl mirin û 5 sivîl jî birîndar bûn.
Li Yemenê şerê di navbera hûsî û komên ku alîgirên rêveberiyê ne de li bajarên cihê yên welêt didome.