26 Tebax 2015•Rojanekirin: 30 Tebax 2015
BURSA
Hat ragihandin ku li Harmancika navçeya Bursayê di kana kromê de hezaz çêbû û di hezazê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan di kana kromê de ji ber sedemeke nediyar hezaz çêbû. Di qezayê de Mustafa Evren mir û Ramazan Alçi jî birîndar bû.
Ramazan Alçi rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harmancikê û pişt re ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bursayê kirin. Der barê bûyerê da jêpirsîn dewam dike.