Nasnameya leşkerên ku di êrîşa xwekujiyê ya li Dogubayazîda Agiriyê şehîd bûbûn hat eşkerekirin.
Hat ragihandin ku navê leşkerê li ser nifusa Adiyamanê qeyd kirî Medet Mart, navê leşkerê ku li ser nifusa Sêrtê qeydkirî jî Mansur Cengîz e.
Piştî otopsiyê wê cinazê leşkeran bişînin welatê wan.
Ji hêla din Qereqola Cendirmeyan a Karabulakê ji ber ku zêde xisar dîtiye bi brandayan ve hat girtin. Pisporên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin ji cihê bûyerê delîl berhev kirin. Hêzên ewlehiyê jî li der û dora qereqolê tevdîrên ewlehiyê dîtin. Piştî lêkolînê rêya Îdir û Dogubayazîtê car din hat vekirin.
Li Dogubayazîda navçeya Agiriyê endamên rêxistina terorê ya PKKyê bi motoreke teqemenî barkirî ve di saet 03.00an de êrîşa xwekujiyê li Qereqola Cendirmeyan a Karabulakê kiribûn. Di êrîşê de 2 leşker şehîd bûbûn û 31 leşker jî birîndar bûbûn.