İbrahim Atmaca
19 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2020
Cinazeyê Rahşan Ecevîta Seroka Giştî ya Avakar a Partiya Çepgir a Demokratîk (DSP) û jina Bulent Ecevîtê Serokwezîrê berê li Goristana Dewletê hat definkirin.
Nimêja cinazeyê Rahşan Ecevîtê piştî nimêja nîvro li Mizgefta Kocatepeyê hat kirin û cinaze anîn Goristana Dewletê.
Darbesta Ecevîtê bi alaya Tirk hat pêçan û piştî ku ji wesayîta cinaze hat peyakirin, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê CHPyê Onder Aksakal, Serokê Giştî yê DSPyê yê Berê Masum Turker û Emrehan Haliciyê Alîkarê Serokê Weqfa Zanist, Çand û Hunerê ya Rahşan Ecevît-Bulent Ecevît ketin bin darbestê û cinaze heta ber gora Bulent Ecevît bir.
Li ser wesyeta Rahşan Ecevîtê, cinazeyê wê li kêleka Bulent Ecevîtê mêrê wê ku di sala 2006an da mir, hat definkirin. Kiliçdaroglu di definkirinê da ax avêt ser qebra Rahşan Ecevîtê.
Wekîlserokê Meclisê Levent Gok, Serokê Meclisê yê berê Hîkmet Çetîn, Wezîrê Edaletê yê berê Samî Turk, Asûde Arala xwişka Rahşan Ecevîtê, rêveberên CHP û DSPyê û welati beşdarî definkirinê bûn û paşê qirnefîl danîn ser qebra Bulent û Rahşan Ecevît û dia hatin kirin.