Tîmên Şaredariya Somayê li goristana navçeyê dest bi miameleyên definkirinê kirin. 110 gorên ku bi makîneyên kar yên aidê şaredariyê û karkeran metroyek li pey hev hatin kolandin balê dikşîne. Tîmên Şaredariya Kirkagaçê jî li goristana navçeyê gelek gor kolandin. Cenazeya kesên ku di bobaletê de mirin û miameleyên wan ên li dozgeriyê temam bûn, teslîmî malbatên wan kirin.
-Cenazeyan defin dikin
Malbata wî cenazeya Îsmaîl Canbal (52) ji rayedaran sitand û wekîlê Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Hasan Kamîl Yilmaz li Mizgefta Parkaltiyê nimêja wî ya cenazeyê da kirin. Cenazeyê canbal pişt re li Goristana Şaredariya Somayê hat definkirin. Pişt re nimêja cenazeyê ya 3 karkeran jî hat kirin û li Soma û Kirkagaçê hatin definkirin.
Ji aliyêdin ve gelek esnafên li navçeyê li ser camên dikanên xwe "serê me sax be" nivîsandin û dikanên xwe venekirin.
-Sebahat Tûncel hat cihê bobelatê
Ji aliyê din ve Seroka Giştî ya HDPyê Sebahat Tûncel bi Parlementerê HDPyê yê Îstanbûlê Levent Tuzel û partiyiyan re li ser bobelata madenê ya li Somayê hat cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Tûncel pişt re Navenda Koordînasyonê ya Mobîl a AFADê ziyaret kir û bi Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz re hevdîtin kir.
- 2 karker sewqî Îzmirê kirin
Hasan Kûzûyê ku di kana komirê de birîndar bû sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Ataturk a Zanîngeha Katîb Çelebî ya Îzmîrê kirin. Engîn Altinozê (30) jî sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê kirin.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran xedar nîne.