ŞANLIURFA
Li gorî agahiyan ekîbên binavger yên girêdayê Midûriyeta Ewlehiyê, ji bo Ziya Kayayê (17) ku 2 roj berê di qanala ava Kampusa Osmanbey ya Zanîngeha Herranê de xeniqîbû bibînin dest bi xebatê kirin.
Termê Kaya, 2 kîlometre ji cihê ku ketibû qanalê dûr, hat derxistin.
Kaya 14ê tîrmehê dema ku xwestibû serçavê xwe bişo, ketibû qanala avê û tevî hemû lêgerînan nehatibû dîtin.