DIYARBAKIR
Li Navçeya Baglarê teqemeniya bi xaza hesteyan hatibû hêzkirın teqiya û 4 kes birîndar bûn.
Bûyer li taxa Kaynartepeyê pêk hat. Teqemenî di destê B. C.yê 18 salî û Y. Y.yê 16 salî de teqiya û destê B.C. jê bû. Ji bilî Y.Y. û B. C. 2 zarokên ku li nêzî cihê bûyerê bûn jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Rayedarên ewlehiyê eşkere kirin ku der barê teqînê de dest bi lêkolinê kirine û her wiha têkîliya 2 zarokên ku birîndarbûyî bi bûyerê re tuneye.
Serokê Şarederiya Bajarê Mezin ya Diyarbakirê Osman Baydemir jî der bare bûyerê de wiha got: "Tîmên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolînên xwe didomînin."