19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
ŞIRNAK
Mehmet Emîn Temîzê 24 salî yê ku li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê di encama ketinê de birîndar bibû li Cizîra navçeya Şirnexê tedawî bû.
Temîz dema ku dixebitiya nekarî xwe bigire û ket çalê û ji milê xwe yê çepê birîndar bû û piştî ku Dr. Bangîn Bekir Candanê Pisporê Ortopediyê ew li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyat kir Temîz baş bû û ser xwe ve hat.
Li nexweşxaneyê tedawiya Temîz dewam dike û Temîz daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku di encama ketinê de milê wî yê çepê û enîşka wî ji cî derket.
Temîz wiha axivî:
"Piştî ketinê min gelek êş kişand. Ez çûme nexweşxaneyên li Hewlêrê lê min şandin Tirkiyeyê. Ez pişt re bi wesayîteke taybet hatim Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Nîvê şevê min hildan emeliyatê û emeliyat gelekî serkeftî derbas bû. Şikir ji Xwedê re milê min baş e û ez dikarim tiliyên xwe bilivînim."
Dr. Candan jî got ku Temîzê ku mil û enîşka wî ji cî derketibû tedawî kirin.