Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û Baroya Enqereyê ji bo betalkirina biryara SRTyê û rawestandina birêvebirinê doz vekiribû.
Hat diyarkirin ku Dadgeha Îdarî ya 15emîn a Enqereyê biryara astengkirina gihiştina Twitterê ya ku Serokatiya Ragihandinê ya Telekomûnîkasyonê (SRT) ji bo tevdîrê sitendibû, da sekinandin.
Hat zanîn ku nivîsandina biryarê didome û piştî ku nivîsandina biryarê qediya dê ji SRTyê re bê şandin.
Divê SRT di nava 30 rojan de biryara dadgehê bîne cî. Di gel vê SRT jî dikare di vê navberê de li hemberî biryara Dadgeha Îdarî ya 15emîn a Enqereyê îtirazî Dadgeha Îdarî ya Herêmê bike. Biryara dawîn dê ya Dadgeha Îdarî ya Herêmî be.
Her wiha Serokê Komeleya Hiqûqa Înformatîkê Kurşat Ergunê ku ji bo betalkirina biryara SRTyê û rawestandina birêvebirinê li ser navê Cîgirserokê Koma MHPyê Oktay Vural doz vekiribû wiha axivî: "Dadgeha Îdarî ya 15emîn a Enqereyê bi pirdengî ve birêvebirin da rewestandin. Tê hêvîkirin ku endamekê şerha dijberiyê binivîse. Cihê şikê nîne. Doza ku me vekiribû li Dadgeha Îdarî ya 2yemîn a Enqereyê bû. Lê ji bo bihevekirina dosyeyan qasek berê me daxwaz kir. Ev biryar ji bo hemû dadgehan dê bibe biryara dawîn."
Ji hêla din ve hat zanîn ku Heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn îro serê sibehê ji bo nirxandina serîlêdanên takekesî yên der barê rawestandina biryara astengkirina gihiştina Twitterê de kom bû, lê nirxandin û hevdîtina der barê serîlêdanan de dê piştî ku Dadgeha Îdarî biryar da, bide.