DİYARBAKIR
Di operayonên ser rêxistina terorê yên li Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê de, 29 kes hatin binçavkirin û 10 jî çek hatin girtin.
Midûriya Ewlehiyê ya Diyarbekirê daxuyand ku li navçeya Bismil, Hezro, Licê û Dîcleyê avêtin ser 44 navnîşanan û lêgerîn kirin.
Di Operasyonê de li Bismilê avêtin ser 20 navnîşanî û 7 kes, li Hezroyê avêtin ser 6 navnîşanan û 2 kes, li Licê avêtin ser 6 navnîşanan û 3 kes, li Dîclê avêtin ser 12 navnîşanan û 9 kes girtin.
Di avahiyên ku lê gumanbar hatin girtin de 5 tifingên nêçîrê, 3 tifingên qirme, tebançe, 234 fişek û gelek belgeyên rêxistinê hatin qefaltin.
-Mêrdîn
Ekîbên Şaxa Berxwedana Dijî Terorê li Zeytînpinar, Cevîzpinar, Kale û Tepebaga ser navçeya Dêrikê di 5 xaniyan de, lêgerîn kir.
Serokê Navçeyê yê BDPyê yê berê Vahap Çerî jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Îfadedayîna gumanbaran li navenda ewlehiyê dewam dike.
-Batman
Ekîbên Şaxa Berxwedana Dijî Terorê, piştî êrîşa ser avahiya Qaymeqamiya Kozlûkê operayon da destpêkirin. Di operasyonê de 3 kes hatin qefaltin û hat ragihandin ku hê li 2 gumanbaran jî digerin.
Îfadedayîna gumanbaran li navenda ewlehiyê dewam dike.