24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu wê li ser Facebookê di weşana zindî da pirsên şopînerên xwe bipersivîne.
Li gor daxuyaniya ku ji ser hesabê Facebookê yê Davutoglu hat weşnadin, wê Serokwezîr Davutoglu îro di saet 21,00an da di moderatoriya Gezegen Mehmet da beşdarî weşana zindî bibe.
Di daxuyaniya Davutoglu da wiha hat gotin: "Heta niha min pirsên rojnamevanan bersivand, niha jî dixwazim pirsên ciwanan bibersivînim. Ez li benda pirsên we me."
Agahiyên ji bo şopandinê wê di hesabê Davutoglu da hebin.