24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
ERZURUM
Li Taxa Yaviya Çata navçeya Erziromê PKKya rêxistina terorê li ser qehwexaneyekê de girtibûn û gule reşandibûn. Di ser qirkirina ku 5 jê zarok 32 kes mirin de 22 sal derbas bû lê eşa wê wekî roja ewil dewam dike û nayê jibîrkirin.
Endamên PKKya rêxistina terorê di 25ê Cotmeha sala 1993yan de qira şêniyên Taxa Yaviyê anîn. Komeke mensûbên PKKê yên ku dest dabûn ser kamyonekê êvarê li ser qehwexaneyê de girtin. Ji ber gulebarandinê 5 jê zarok 32 kes mirin û ji 50yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Di ser êrîşê de 22 sal derbas bû û şahidên êrîşê di salvegera qirqirinê de qala wê şevê kirin û ragihandin ku ew şeva qet jibîr nekirin û ew êş hê jî di nav dilê wan de ye.
- Qala wê şevê kirin
Ekîba AAyê bi munasebeta salvegera bûyera Yaviyê çû serdana şêniyên li taxê dijîn û şahidên bûyerê jî qala wê şevê kirin.
Cevat Menteşeyê 77 salî ku ji wê qirkirinê birîndar xilas bû diyar kir ku ew şev piştî nimêja îşayê him ji bo temaşekirina nûçeyan û him jî ji bo ku çay vebixwe çû qehwexaneyê û axaftina xwe wiha domand: "Ez ketim hundirê qehwexaneyê û piştî demeke kurt 3-4 kes hatin ber derî. Min nizanibû ku ew PKKyî ne lewra cil û bergên eskeran li wan bûn. Milet li cihekî kom kirin. Di wê demê de kurê xalê min ê ku li bal min rûniştibû ji min re got ku ev kes PKKyî ne. Ji derve dengek hat û got ku çekan amade bikin û hûn dikarin guleya berdin. Tozeke ku meriv pê dixeriqe avêtin hundir û her kes ji ber tesîra wê kete erdê. Zarokên 13-14 salî yên ku ji ber derî derbas dibûn jî girtin û avêtin nava me. Bi qasî ku tê bîra min wê demê de ji 50yî zêdetir meriv di hundir de hebûn. Di wê êrîşê de gule li herdu piyên min ketin. Xwedê mezin e, dema ku rihê meriva nestîne, nastîne. Ji birayê min 3 zarok û ji kurê xalê min jî 5 zarok sêwî man. Xwedayê heqê me nehêle."
- Qehwexaneya ku ji 32 merivî re bû mezel
Salih Yavîllîogluyê ku di êrîşê de birayên wî Hecî û Rasîm Yavîllîogluyê xwediyên qehwexaneyê hatin kuştin jî destnîşan kir ku piştî bûyerê qehwexane bi qasî 5 salan girtî ma û wiha pê de çû: "Du birayên min di vir de hatin kuştin û ev der bi qasî 5 salan girtî ma li ser daxwaza nas û dostan di sala 1998an de min ev der wek markêt vekir. Ew kesên din ên ku hatin kuştin jî birayên me bûn."
Fahrettîn Kudretê ku di êrîşê de kurê wî yê 15 salî Selamî hat kuştin ragihand ku dema xeberên cangoriyan temaşe dike digirî û got ku êdî bes e, bila hin kesên din ji ber êşa kuştina zarokên xwe negirîn.