Ahmet Aydın
04 Îlon 2020•Rojanekirin: 05 Îlon 2020
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna dijî pêkhateya sivîl a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ji 6 gumanbarên ku der barê wan da biryara girtinê hatibû dayîn, 4 kes hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê di operasyona dijî "pêkhateya sivîl" a FETOyê da, 4 ji wan 6 gumanbarên ku hat tesbîtkirin bikarhênerên ByLockê ne, hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku ekîbên Şaxa Dijî Sucên Malî yên Rêveberiya Ewlekariya Enqereyê, ji bo girtina herdu gumanbarên firarî operasyonan didomînin.