Lijneyeke ku ji rayedarên herêma Germiyanê pêk tê çû serdana Kirmanşana Îranê û bi parlementer, walî û rayedarên herêmê re hevdîtin kirin.
Alîkarê Serokê Karên Îdarî yê Herêma Germiyanê Ebdullah Enwer der barê serdanê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji bo têkilî xurt bibin û di navbera herdu aliyan de pêwendî û ticaret pêşkeve serdan kirine.
Enwer diyar kir ku ji bo vekirina deriyê sînor daxwazên xwe yên fermî ji rayedarên Îranê re gotine û rayerdarên Îranê jî ev daxwaz erênî dîtine û wiha axivî: "Me daxwaz kir ku bila deriyê sînor li gundê Tîleloka navçeya Meydanê were vekirin. Ev der nêzî navçeya Salasê ye. Rayedarên Îranê jî daxwaza me erênî dîtin û destnîşan kirin ku dê di demeke nêz dê dest bi xebatan bikin. Bi vekirina vî deriyê sînor re dê têkiliyên me yên ticarî pêşkevin û çûyîn û hatin jî zêde bibe. Bi vê re dê qerebalixa li deriyê sînor ê Perawizhanê jî sivik bibe. Em ê ji bo vekirina deriyê sînor hewldanên xwe zêde bikin."