Haydar Şahin
05 Hezîran 2020•Rojanekirin: 06 Hezîran 2020
Li Silopiya navçeya Şirnexê li Deriyê Sînor ê Xabûrê êdî bar dibin Iraqê û ji wê derê bar tînin. Ji ber ku derî hat vekirin ajokarên tir û kamyonan gelekî kêfxweş bûn.
Ruhsar Pekcana Wezîra Bazirganiyê îro li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku demeke dirêj e ji ber vîrusa koronayê deriyên sînor girtî bûn, deriyên li aliyê Iraq û Îranê bi taybetî Xabûr û Gurbulakê dîsa ji bo barê navneteweyî hatin vekirin.
Mecît Arasê ajokariya komyonê dike got dema bihîst ku deriyên sînor ji bo bar hatin vekirin gelekî kêfxweş bû û ji rayedaran ra sipas kir.
Ahmet Balcayê ajokar jî destnîşan kir ku gumrika Tirkiyeyê ji bo barê navneteweyî hat vekirin û wiha pê da çû: "Aliyê Tirkiyeyê destûrê dide, asteng tunin. Hêviya me ew e ku aliyê Iraqê jî di demeke kin da derî veke."
Ji bo ku ji ber vîrusê bazirganî nekeve tengasiyê ji 1ê adara 2020î pê va li qada di navbera Deriyê Sînor ê Xabûrê û Deriyê Gumrikê yê Îbrahîm Xelîlê dorse û ajokar dihatin guherandin û "bazirganiya bêtemas" didomandin.