ANKARA
Piştî ku sepandina saeta heyama havînê bi dawî bibe, 26ê cotmehê saetên di 04.00an de saetekê paşve bên hildan.
Ji bo ku ji ronahiya rojê hê zêdetir feyde bê dîtin, 31 adarê roja duşemê saet, saetekê pêş ve hatibûn hildan.
Li Tirkiyeyê sepandina saeta havînê biharê dest pê dike û nîvê payîzê bi dawî dibe. Bi vî awayî 7 mehan sepandina saeta pêşvehildayî didome.
Tê texmînkirin ku bi saya vê sepandinê, di navbera 800 milyon û 1 milyar kîlovatsaet ceyran tê teserûfkirin.