24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
BEXDA
Berdevkê Komiseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) yê Iraqê Elî Bîbî diyar kir ku di meha cotmehê de ji 4 hezarî zêdetir sûriyeyî xwe spartin Herêma Kurdistana Iraqê (HKI).
Bîbî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê di serê meha cotmehê de 4 hezar û 644 welatiyên Sûriyeyê derbasî aliyê HKIyê bûn û ji wan 360 kesî heqê xwespartinê xwestin.
Berdêvkê UNHCRyê yê Iraqê Bîbî got ku di meha îlonê de 2 hezar û 923 sûriyeyî vegeriyan welatên xwe û di nav wan de 765 kes di statuya penaberiyê de bûn.
Li gor agahiyên ku ji hêla saziyên Iraqê ve tên dayîn wisa tê texmînkirin ku piraniya wan li HKIyê nêzî 250 hezar penaberên Sûriyeyê li Iraqê dimînin.