Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci der heqê dibistanên ku di xwepêşandanên bêdestûr de zirar dîtin de wiha got: "Di 300 dibistanên me de xesarên curbecur pêk hatin."
Avci der heqê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hin dibistan camên wan hatine şikênandin, hin dibistan deriyên wan hatine şikênandin, hin dibistan jî bi tevahî hatine hilweşandin û wiha dewam kir: "Dora 300 dibistanên me hene ku xesarên curbecur dîtine."
Avci destnîşan kir ku wan 15 roj berê bi 23 midûrên perwerdeya neteweyî yên herêman re civîn kir û der barê rewşa dibistanên bajarên wan de agahî hilda û wiha pê de çû: "Di çarçoveya xebatan de me li planên xwe nihêrî û ji bo temîrata dibistanan pere veqetand. Em li gor rewşa xesarê dibistanan peyderpey temîr bikin."
Avci bal kişand ku di nav van avahiyên ku hatin şewitandin de tenê dibistan tunene, qursên pîşeyan jî hene ku yek ji wan jî li Mêrdînê ye.
Avci ragihand ku wan ji bo van dibistanan 65 milyon lîre veqetand û li gor rewşa xesarê ev pere hat dabeşkirin.