05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 06 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyonên li dijî endamên rêxistina terorê da di çenteyê gîtarê da teqemenî hat dîtin û bi destê hêzên ewlehiyê hat îmhekirin.
Li Yuksekovayê ji 13ê adarê vir va ku qedexeya derketina derva hat îlankirin operasyon dewam dikin.
Li navçeyê di operasyonên ku ji bo rakirina barîkatan, girtina çalan, îmhekirina teqemeniyan û berterefkirina endamên rêxistinê dewam dikin da car caran pevçûn jî derdikevin.
- Di çenteyê gîtarê da teqemenî hat qefaltin
Hêzên ewlehiyê li taxa Dizeyê di avahiyekê da lêgerîn kirin û di lêgerînê da di çenteyê gîtarê da teqemeniyeke ku ji bo teqenadinê hatiye amadekirin dîtin.
Hat destnîşankirin ku hêzên ewlehiyê bikontrol teqemeniya ku dîtin teqandin.
Wek mayîn li heman derê di lêgerînê da keleşek, gelek şarjor, melzemeyên tibî, cil û berg û maskeyên xazê hatin dîtin.