20 Adar 2019•Rojanekirin: 20 Adar 2019
Di doza der barê teşekûla parêzeriyê ya DHKP/Cya rêxistina terorê ya ku 6 jê girtî 20 bersûc ji ber sûcê "endamtî û birêvebiriya rêxistinê" tên darizandin da 18 bersûcan cezayên hepsê yên ku ji 3 sal û mehekê heta 18 sal û 9 mehan diguherin xwarin.
Rûniştin ji hêla Mehkemeya Cezaya Giran a 37emîn a Stenbolê va li avahiya hemberî Saziya Înfaz û Cezayê ya Silîvriyê hat kirin û bersûcên girtî û parêzerên wan beşdarî rûniştinê nebûn. Di rûniştinê da du bersûcên negirtî amade bûn.
Heyeta mehkemeyê biryara xwe der barê dozê da eşkere kir û ji ber sûcê "avakirina rêxistinê û birêvebirina wê" 18 sal û 9 meh cezaya hepsê da parêzerê bersûc ê girtî Barkin Tîmtîk.
Heyeta mehkemeyê ji ber sûcê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 11 sal û 3 meh cezayê hepsê da Selçuk Kozagaçliyê parêzerê bersûc ê girtî û biryar da ku girtîbûna bersûc bidome.
Heyeta mehkemeyê ji ber sûcê "digel ki encamê rêxistinê nîne jî bi daxwaz û zanebûn arîkarî kirin"ê cezayên hepsê yên ku ji 3 sal û mehekê heta 18 sal û 9 mehan diguherin da 6 bersûcan û ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" cezayên hepsê yên curbicur dan 10 bersûcan.
Mehkemeyê dosyeya du bersûcên firarî jî veqetand.