Elif Orhan
20 Adar 2019•Rojanekirin: 21 Adar 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ez Roja Newrozê ya ku sembola hatina biharê ye û ji bo me tê wateya hemû cudahiyan deynin aliyekî û di nav yekîtî û bihevrebûnê da xwedî li dahatûyê derkevin pîroz dikim."
Erdogan ji bo "Roja Newrozê ya Dinyayê ya 21ê Adarê" peyamek weşand.
Erdogan di peyama xwe da nirxandina "Ez Roja Newrozê ya ku sembola hatina biharê ye û ji bo me tê wateya hemû cudahiyan deynin aliyekî û di nav yekîtî û bihevrebûnê da xwedî li dahatûyê derkevin pîroz dikim." kir û ev gotin:
"Em wek nûnerên şaristaniyeke ku cudahiyan wekî dewlemendiyek dibîne, bi nirxên gerdûnî yên mînanî aştî, xweşbînî, hezkirin û biratiyê gihaştiye dê herdem li rihê vejînê yê ku Newroz temsîl dike xwedî derkevin, dijî neyiniyên ku li herêma me û li dinyayê diqewimin bi hêza ku em ji dîroka xwe bixwe distînin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Ez hêvî dikim ku Newroza mizgîniya biharê li çar aliyê welatê me û di nav civakên ku em bi wan ra di nav erdnîgariya çandî ya hevpar da dijîn wekî cejna hezkirin û dostaniyê bê pîrozkirin. Ez hêvî dikim ku Newroza sembola ber û bereketê ji bo gelê me yê ezîz xweşikahî û başiyan bîne û ji hemû welatiyên xwe re silavên ji dil dişînim."