Yasemin Kalyoncuoğlu
07 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2023
Hat ragihandin, di operasyona "Mercek-7"an a li dijî qaçaxçiyên çekan û kesên bi çekên bêrûxset da 1038 çek hatin qefaltin.
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku li 73 parêzgehan li dijî qaçaxçiyên çekan û kesên bi çekên bêrûxset operasyona "Mercek-7" hat lidarxistin.
Yerlikaya bal kişand ku di operasyonan da 787 demançeyên bêrûxset, 51 demançeyên viroke, 38 tifingên lûledirêj, 162 tifingên nêçîrê yên bêrûxset bi tevahî 1038 çek hatin qefaltin û 1264 jî berşik hatin binçavkirin.
Yerlikaya her wisa ekîbên cendirme û ewlehiyê yên operasyon pêk anîn pîroz kirin û wiha got, "Gelê me yê ezîz bira dilrihet be, têkoşîna me ya dijî qaçaxçiyên çekan û kesên bi çekên bêrûxset jî dê bi biryardarî bidome."