ZONGULDAK
Karkerên ji Zonguldaxê di tariya xizneya komirê de rojiyê digrin û li gor saetên xebatê an xwarina şîvê an jî xwarina paşîvê di bin erdê de dixwin.
Ji sala 1848an û vir ve ji Zonguldaxê bi milyonan ton komir hat derxistin. Li bajêr hê jî bi hezaran kes hem di Saziya Komirê ya Tirkiyeyê hem jî di saziyên taybet de dixebitin. Di xizneyan de di rojê de 3 wardiye dixebitin.
Her roj malbatên wan gava ku wan oxir dikin, ji wan re dibêjin "emanetê Xwedê bî" û xebatkar 8 saetan di bin erdê de dixebitin.
Karker tariya xizneyan bi roniya baretên xwe ve ronî dikin û li gor danê xwe şîvê an jî paşîvê di bin erdê de dixwin.
Yavuz Çolakogluyê (25) kanker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gava di bin erdê de dixebitin ji bo ku xizne hilneweşê her tim sitûnan li bin arûkê kanê dixin.
Çolakoglu diyar kir ku xebata di xizneyan de gelekî zor e û wiha axivî: "Di rojiyê de xebata di bin erdê de ji xebata li ser erdê hêsantir û xweştir e. Di hewaya germ de girtina rojiyê zehf zor e. Ji ber ku em di xizneyê de em germê nabînin. Xizneyên komirê hênik in."
Çolakoglu got ji ber ku roj dirêj in, nîvê rojiyê di bin erdê de, nîvê din jî li ser erdê digirin û ew ji xêncî tîbûnê zehmetiyê nakişînin.