19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 19 Mijdar 2015
ANKARA
Cîgirserokê Koma HDPyê Îdris Balûken got ku divê sonda Parlementera Agiriyê ya HDPyê Leyla Zanayê were qebûlkirin û diyar kir ku rêza wan ji biryara wê ya di vê mijarê da heye.
Balûken di civîna xwe ya çapemeniyê ya li TBMMyê de îdia kir ku Nisêbîn ev 7 roj e ku di bin "dorpêçkirin"ê de ye û hin wêneyên ji navçeyê nîşan da. Balûken îdia kir ku di vê hingamê da 4 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn û wiha dewam kir, "Heft roj in ku bajarek di bin dorpêçkirinê da ye, lê hê jî di raya giştî ya Tirkiyeyê de nebûye rojev û li ser nîqaş nayên kirin."
Balûken got ku taleba "xweseriyê" meşrû ye û wiha xeberda, "Parlementerên Mêrdînê Mîthat Sancar, Erol Dora, Alî Atalan û Gulseren Yildirimê li hemberê qewimînan û ji bo ku daxwaza xweseriyê bixuyê, dest bi greva birçîbûnê kirin. Heya ku ev abloqe bidome, ev greva birçîbûnê jî dê bidome. Wekî koma HDPyê em dixwazin bêjin ku em jî li pişt vê biryarê ne û ji bo têkoşîneke bibandortir emê planên resentir çêbikin."
Balûken bersiva pirsên rojnamegeran jî da û ji bo pirsa der heqê sonda Leyla Zanayê ya ku nehat hesibandin de jî wiha got, "Kesên ku hecwe dike der heqê rojeva rasteqîn da nîqaşan bikin, ji ser metnekî nijadperest û cudaker ê ku bi dilê piraniya 550 parlementerî nîne nîqaşê dikin. Leyla Xanim careke din bûye sedem ku ev metnê nijadperest were nîqaşkirin. Em li ser wê qenaetê ne ku mesele, tiştekî wisa nîne ku evqas girîng were dîtin. Divê sonda Leyla Xanimê were qebûlkirin. Înîsiyatîfa wê ya takekesî ye, kîjan biryarê distîne bira bistîne rêza me jê ra heye."
Balûken bal kişand ku tevgera azad a Leyla Zanayê di nava partiyê da nebû sedema aciziyê.