27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
SÎÎRT
Li Şêrwana navçeya Sêrtê ji kana komirê ya taybet ku tep bibû, cesedê karekerekî din jî hat derxistin.
Li gundê Madenê di 17ê mijdarê da kana komirê tep bibû û karker di bin da mabûn. Ji bo karkerên ku hê di bin da ne, xebat bê navber dewam dikin.
AFAD, UMKE û Heyva Sor a Tirkiyeyê û ekîbên cendirmeyan bi 90 personelên pispor û 40 makîneyên kar va xebatê didomînin. Di xebatê da cesedê karkerekî din jî hat derxistin.
Cesedê ku ji bin axê hat derxistin, ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Ekîb ji bo ku bigihîjin 5 karkerên din jî xebatên xwe didomînin.
Di xebata lêgerîn û rizgarkirinê da beriya niha cesedê 10 karkeran hatibûn derxistin.