Serokwezîr Ahmet Davutoglu berî çûyîna Polonyayê li Balafirgeha Esenbogayê civîna çapemaniyê li dar xist û li vir pirsên rojnamegeran bersivandin.
Davutoglu bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got "di vê pêvajoyê de, em bi hemû aliyên civakê re tên bal hev, bi hev du re dişêwirin. Divê merhaleya ku pêvajo gihiştiyê di vê çarçoveyê de bê nirxandin û ji niha pêve pêvajo, li gor vê bê birêvebirin."
Davutoglu got ku hedefên me yên di mijara pêvajoyê de ji serî heta niha zelal û eşkere ne û wiha dewam kir: "Him fikrên me him jî planê me yê ku em ê bikin rewacê diyar û eşkere ye. Daxwaza me ew e ku kesên li hemberî me jî wekî me net bin."
Davutoglu got ku bûyerên 6 û 7ê kewçêrê, bûn sedema alozî û sedema rawesetandina pêvajoya çareseriyê û wiha dewam kir: "Di vê pêvajoyê de, em bi hemû aliyên civakê re tên bal hev, bi hev du re dişêwirin. Divê merhaleya ku pêvajo gihiştiyê di vê çarçoveyê de bênirxandin û ji niha pêve pêvajo li gor vê bê birêvebirin."
-Gelê me li pêvajoyê xwedî derdikeve
Davutoglu diyar kir li ser van axan destûrê nadin bûyerên şidetê û wiha got: "Hin kes xwe wek aştîxwaz nîşan didin, serî li şidetê didin û dibêjin em mafê xwe yê demokratîk dixwazin. Lê em destûrê nadin bûyerên şidetê û yên ku zirarê didin yekîtiya welêt."
Davutoglu wiha pê de çû:
"Gelê me li pêvajoya çareseriyê xwedî derketiye û pêvajo pejirandiye. Ev pêvajo êdî bûye malê gel. Her çiqas hin provokasyon hebin jî dê ev kar û bar di rêya xwe de bimeşe kes nikaribe ber lê bigre. Heta pêvajo bigihîje armanca xwe wê hemî kes çi dikeve ser milên wan bi cih bînin û divê tu kes destûrê nede bûyerên şidetê."