BITLÎS
Li nevçeya Elcewaza Bidlîsê wextê pincarê dest pê kir. Welatî ji bo berhevkirina pincarê diçin Deşta Sûtê ya ku li pêşa Çiyayê Sîpanê Xelatê ye. Welatî li vir cax, gûlik, sîrim û karî berhev dikin.
Li Deşta Sûtê ya ku gelê navçeyê zêdetir dawiya hefteyê diçê herî zêde karî eleqe dibîne. Xelqê deverê li vir bêtir pincara ku di nava wan de wekî pîroz û meqbûl tê qebûlkirin berhev dike.
Mirovekî ji deverê Recep Dalkiran ji Anadolu Agencyê re axivî û destnîşan kir ku di herdu hefteyên dawîn ên meha gulanê de li Zozanê Sûtê cûr be cûr kulîlk, pincar û çêre hêşîn dibin û wiha domand: "Pê bawer bin ev pincar tev şifayê belav dikin. Em taybetî jî ji bo cax û kariyan tên. Em vê pincara ku em berhevdikin bi niyeta şifayê dixwin û her wiha em jê salamûra çêdikin û zivistanê dixwin."