Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikûlû ji bo helwesta AK Partiyê ya der barê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Em ê der barê gundparêzan de pêşniyara kanûnê bidin. Em ê li benda bersiva AKPê bi sekinin û bibînin ka AKP ji bo pêvajoyê semîmî ye an na?"
Tanrikûlû daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku der barê ji nû ve verastkirina gundparêziyê de pêşniyara kanûnê dê sibê bidin Lijneya Giştî ya TBMMê.
Tanrikûlû got ku rêya çareserkirina pirsgirêka kurd dûrûdirêj e. Em ji bo vê her tim dixebitin, lê em çi gavan biavêjin û çi daxwaz bikin, AKP rê li ber me digre. Diyar e ku AKP her tim rê li ber çareseriyê digre. Lewra em der barê pêvajoya çareseriyê de çi dixwazin AKP qebûl nake.
Tanrikûlû, destnîşan kir ku CHP bi pêşniyara qanûna der barê gundparêzan de dixwaze ku gundparêzî bê rakirin û wiha got: "Ji bo pêvajoya çareseriyê divê teqez ev gav bê avêtin û gundparêzî bê rakirin. Em dê der barê rakirinê de pêşniyara qanûnê bidin û li benda bersiva AKP bisekinin. Jixwe dê derkeve holê ka AKP ji bo pêvajoyê semîmî ye an na?"